HRANA: Li Îranê di protestoyan de zêdeyî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan
Ajansa Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku di protestoyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 5 hezar û 137 kes hatin kuştin.
Ajansa Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku di protestoyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 5 hezar û 137 kes hatin kuştin.
Li gorî rapora dawî ya HRANA'yê di nava 28 rojên dawî de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 5 hezar û 137 kes mirin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan 54 kes zarok, her wiha 4 hezar û 834 kes jî sivîl bûn.
Li gorî raporê, di dema xwepêşandanên şermezarkirinê de herî kêm 7 hezar û 402 kes bi giranî birîndar bûn û 175 ji wan zarok bi giştî 27 hezar û 797 kes hatin girtin.
Li seranserê welêt li 194 bajarên li 31 wîlayetan 640 xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin.
HRANA'yê ragihand ku xwepêşandanên şermezarkirinê kêrm nebûne, rejîmê jî li hemberî vê yekê înternetê dibire, mirovan digire û polîtîkayên zextê giran dike.
Di raporê de hate ragihandin ku li wîlayetên Kerman, Tehran Semnan û Îlamê (Rojhilatê Kurdistanê) li bajarê Lûmarê herî kêm 22 kes hatin binçavkirin, her wiha dîmenên mikurhatinên bi zorê hatin weşandin.
HRANA'yê diyar kir ku ev dane hemû di atmosfereke welê de hatin wergiritn ku înternet li seranserê welêt hatiye qutkirin.